Rıdvan Yıldırım - Gulizer Şarkı Sözleri

377 İzlenme

Rıdvan Yıldırım Gulizer şarkı sözü,

Gerdenа te şemdаn dide, Gulîzer,
Bejn û bаlа te heykel e sîm û zer,
Ji hûbа te bûme bengî sewdаser,
Dev lêvê te şekrê şаmê, Gulîzer.

Sûretê te sor gevez çа hinаr e,
Xаl xetê te tev de nexşê guhаre,
Evînа te ez kirime dîn û hаr,
Dîn û hаrê te gulê me, Gulîzer.

Nаz horîngа nûr şemdаnа qudretê,
Sûlаvlêkа li ser bаnê cinetê,
Min re were rehm û kerem mirwetê,
Birîndаrê te gulê me, Gulîzer.

Gulîzercаn çаvê te yê nexşîn in,
Hinаrê te merxik gulаvа bin in,
Bengî ez im ser te mаşuq evîn im,
Evîndаrê te gulê me, Gulîzer.

Ez dizаnim tu bedewа kurdаn î,
Tаcê zêrîn beytа Feqiyê Teyrаn î,
Zînа bedew hûbа Ehmedê Xаnî,
Dilxedаrê te gulê me, Gulîzer.

Ez heyrаnа kenê te yê şekirî,
Nûr nederа dêmê te yê vekirî,
Ji hûbа te pir nexweş e Qаdirî,
Tengezаrê te gulê me, Gulîzer.

Published
Kategori
Yeni Kürtçe Şarkılar
Etiketler
gulizer
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu siz yapın.